Mashuq Foundation

for Dialogue Tolerance and Religious Renewal

NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM 15’ê GULANÊ

Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna şêxê şehîdan Şêx Maşûqê Xeznewî


Tu ji boyî çi şîniyên min ên serberdayî
Bi bendewariya çavên xwe av didî Şêxê Şehîdan
Tu ji boyî çi welatê min ê ji reşgirêdanê hêjayî tavên hawara xwe nabînî Şêxê Şehîdan
Tu ji boyî çi lixwemikurhatina derengîşevê
Bişkojên dudiliya berbangê, navê min
Û gulava xwe hêjayî silava destê xwe nabînî
Şêxê Şehîdan
Min berê xwe dida goşeya xewnperest a sotana giyanê te
Min xwe ji kavilên tarawgehê vediweşand
Û radestî çelengiya çemên porê te dibûm
Min rêçên xwe vedimiştin da ku pêrgî sirûda te ya sermest bibim
Û xedengên oxira te di deryaçeya henasa xwe de werbigirim
Dihatim
Û karwanê bîranînan di laqirdiya xwe de ber bi hevrazê nemanê ve diçû
Dihatim
Û dest bi dest li beramberî herişandina te radiwetiyam

Dihatim
Û min tavên dengvedana te
Gurzên şîn û şadiya te, berbi wateya xwelîrengî ya gotinanan ve vedihinartin
Dihatim
Û qehweya te dihingivî rasteqîniya kula min
Dihatim
Û pinpinîka helbesta te li derdora ronahiya kila min dilerizî
Dihatim
Û wek dermandeyekî di germahiya navê te de dihêwirîm
Dihatim
Û payîzên sihirbaz pelên dara min
dilorandin
Dihatim
Û di nav germahiya cubeyê te de
Wek çûkekî berder ji surdariyê
ditevizîm

About Author