Mashuq Foundation

for Dialogue Tolerance and Religious Renewal

NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM – 14’ê GULANÊ

Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna şêxê şehîdan Şêx Maşûqê Xeznewî

Qedera me, vê carê, jixwebawer dihat
Dûmana ji xweber li ser kenarên tûj ên giryanê li şûn dihişt
Hîvan rûyên xwe bi toza kavilan dinixumandin
Rimbazan hawarên ji tem û moranê vedişartin û agirperestên
Reşnivîsa te. gaziyên xwe digihandin xweşmêrên êzîdiyan
Digihandin herikîna xwîna
Neqşibendiyan, digihandin keştî û Balefirxaneyên ji

tirsê yên Qadirî û kakayiyan
Tirsa me di helkehelka rimbazan de wenda dibû Şêxê Şêxan
Tirsê derew li me û li şkeftên bendemana me dikirin
Tirsê derew li te û li rasteqîniya pêxemberê êşa me dikirin
Partiyan derew li pirsê dikirin
Rewşenbîran derew li pênûsê dikirin
Gotinan derew li ferhengan dikirin
Zindanan derew li şevistanê dikirin
Helbestvanan derew li keviran dikirin
Û min jî
Derew
Li xwe
Û li gulana xatirxwestina te
Dikirin
Qedera me ye
Şêxê Pîranê bi ser hişê te de diherikî
Di nav destê te de dişkest û ji te re behsa çirayên zer
Û lezegavên Simkoyê Şikakî dikir
Te bi Haco Axayê sînoran dinasand
-Siwarên xwe hînî mirinê dikirin û di nîverojên sincirî yên bangê de
Ew hînî govend û lawik û peyizokan dikirin
Li her derê biçurisin, bi baranê re bibarin, derbasî kûrahiya şevê bibin û mirinên xwe li ser dirk û qamîşê ji bîr nekin
Vê carê jî qedera me ye
Şêxê Pîranê bi destê Mele Ebdulahê Nehrî digirt
-Ha ji Behra Wanê hebe
-Ha ji şaneyên rojê û ji tambînameyên şehîdan hebe
-Ha ji duryanên sirûdê û westana çavên miriyan hebe
Pendên xwe
Jena dilê xwe
Maçên xwe
Dilbijînên xwe
Û gumana xwe li ser gulên çilmisî yên evînê
Li pey xwe nehêlin
Û dergehên xwîna reş li pey xwe asê bikin
Qedera me ye
De van razên ji nişkêvehatî
Li ber pencereyên dilê xwe sêwî bihêle
Û berzûrî efsaneya sosinan bibe
Da ku balendeyên kenê te di hêlînên dilê min de hînî hedanê bibin
Di esmanê te de Mîrnişîniya beybûnan dinejinînim
Û newrozên xwe bi awirvedanên te dixemilînim
Û rojgarê bi destên zaroktiya xwe dixeniqînim

2006

Ehmed Huseyni

About Author