Mashuq Foundation

for Dialogue Tolerance and Religious Renewal

NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM 11’ê GULANÊ

NAVEKÎ KUŞTÎ JI NAVÊN TE YÊN KESK BÛM 11ê GULAN

Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna şêxê şehîdan Şêx Maşûqê Xeznewî


Êvara dawî ya ku bi qasî keskê te nerm û nazik bû, bi qasî kenê te lewend û xweşik bû, ya ku bi qasî mirinê bêhiş û kawik bû, di hembêza Pîranê tozê de xar dibû, di banga Qaziyê dozê de har dibû, di dengvedana navên Berzaniyê sozê de jar dibû

Êvara dawî ya sirûda te di hinarkên rojê de bêzar dibû
Kavilên dilê min li bişirîna te ya dilbazane û li keviyên berbejn û bazbendên te yên ji têkçûnan ewle dibûn û pirtûka min a ji sawîr û ji şevpest û ji nifirên seferê, bi jandarî dihingivî asîtankên rizyayî yên xatirxwestina rûperiyên ji baran û ji meya werzên Neqşebendiyên te

Pênûsên te yên ku di çeşnên mûm û balefirxaneyan de ne, dest bi binaxkirina tovên şîniyan dikirin, rondikên germ di xêzên hinarkên te yên kehrebanî de diçurisîn, tu li berfa dilê min temaşe dikî, tu li dûmana giyanê min û li hêrsa zimanê min û li tenhatiya gavên min dipirsî, tu bi ximava maça min a bênav navekî nenas li çîrokê dikî û tu berbi min ve wek şevistanê, wek ku guman bi guman be li gumanê têyî
Ev çîroka ku ne çîrok e
Bi kîjan goristanê mirinê dibêje
Ev çîroka ku ne çîrok e
Bi kîjan dastanê lehengan dikuje
Ev çîroka ku ne çîrok e
Bi kîjan birînê nal û keseran dimije
Ev çîroka ku ne çîrok e
Bi kîjan sînorî bi ser xwînê ve dirije
Ev çîroka ku ne çîrok e
Bi lêvên kîjan kêlê diheje
Tu ji çavkaniya kîjan efsaneyê ji dayik bûyî
De bi ser hemî rexan û hemî welatan û hemî sosretan û hemî sîtavan û hemî rengan û hemî pencereyên kesk û hemî dayikên şînîgir ên bendemanê û hemî girnijîn û bînahiyan û bi ser sînga min a ji mirinan de, bibare
Bibare daku axînkêşanê hilbijêrim, daku ji nû ve hînî tawan û werdekan û dûkelê û hînî veciniqandina kelek û pirtepirtabalindeyên memikên zuha yên qederê bibim
Destên te yên ji beybûnên talanê, yên ji toza xewnên min, destên te dest bi kuştina min dikirin
destên te dest bi kuştina dargerîneka hebûna min dikirin
destên te dest bi kuştina awazên beranên kûvî yên ji nijada min û ji binemala şînî û keservedana min dikirin
Destên te, biyabanên laşê min ji desthilanîn dixistin û tembînameyên min di şkeftên xweşmêran de dirizandin
De destên xwe bi ser vê bobelatê ve vegire û min jî bi sêdara navê xwe ve wek awazeke xemgîn, hilawistî, li ba bûyî, bêbîr û yad, bihêle
Dikulkulîm, di hedana xwe de bi kotekî dihedinîm, di velerzînê de dilnaziya Zînê bûm, di êvarê de hingûr û nezaniya xwe û bêhûdeyiya kînê bûm, berbi kula te ve, berbi sorgula zikê te ve, berbi keskahiya morîkên gerdeniya te ve, ber bi sînorê xwe û te ve dihatim, min kuştina xwe ji bîr dikir, min şevçiraxên hişê xwe yeko yeko dişikandin û di nav pêlên dengê te de wek goyînekî dinaliyam
Min li navê te yê jibîrbûyî dipirsî
Min li deşta zorbaz a xewna te dipirsî
Min li hesta ta ya dilrevîn û li kêra mebesta te dipirsî
Min li raz û nepeniyên Ahoremezdayê kenê te û li Olimpyada ramanên te û li awayên hîverona kîla dengê te dipirsî
Min xwe bi lorîna te haş dikir û di dergûşa bîna te ya gulavî de, min, bi cegerdarî, bi surdarî, bi dildarî li xwe û li darên têkçûna daristana xwe dipirsî

2006

Ehmed Huseyni

About Author