Mashuq Foundation

for Dialogue Tolerance and Religious Renewal

Kustina SHEX MESHOQ Birrîna degê islama Nûjen e

Di hejmara taybet de ya rojnemea NEWROZ; de A ku derbarî serhildana 2004 – an de u bûyerên pir giran go biser gelê meyê kurd li sûryê de hatibû min gotibû ku hingî bûyer giran û mezin bu ez ceger nakim nêzîkê nivîsandinê bibim ,ji ber ku ez bi tirs bûm pênûsa min alîkariyê bimin re nekê , Gotar kêm û seqet bête nivîsandin . Lê xuyaye mefer ji bazdanê re tune ye ,di siha serdestya shovenizma xwînmij û kor de , Emê her û her bûyerên weha mezin û gian bibînin ……. Dibûyerên avdara 2004 an û 2008 an de ,gelê menî kurd di sûryê de qelenekî pir buha danî ,ji ber go bi dehan pakrewan ji dozê re bûne qurban ,bi sedan birîndar ketin û bi hezaran xortê kurda avêtin zindanê rws u tarî , Lê berhemên ,buha u bi nirx bi dest xistin ,di van bûyeran de bi xwîna pakrewanan , Nexsa devera hebûna kurdî di sûryê de, ji dêrika hemko ta bi tirbesipê û qamisloka ,evînê ta bi amûdê u serê kaniyê u koban û efrîn di hundirê tabloyeke rengîn hate nîgar kirin. Ji hêleke din ve hingî bûyer mezin û giran bû weke lehiyê gelek tisht li ber xwe bnirin pêre jî çanda tirsê ji dilê kurdan revand . volqanên qeheremaniyê di anya xortan de der bû û pêre , jî bandora xwe liser hemî kurdekî kir ,hisht go ew neçar bimîne ,û li kêleka doza gelê xwe raweste û lê xwedî derkeve Di nava wan pêlan de ,kesor di sasika sêx MESûQê XEZNEWî de der bû Tîrêjên xwe li seranserî ROJVAYê KURDISTANê belav kir. lê mixabin muma ges zû vedimre û buhara sîn emrê wê kine , zû destê terorê bi alîkariya hin alyên dewletê dirêjî bejn û bala sêxê menî payebilind bû , stêrka meya ges zû vemirandin Mebesta wan xwînmijan go dengê islama nûjen û ronak bi bibrrin belê,dijminên rastî û ronayê dijminên mirov û mirovatiyê destê sêx û gelê ji hev qut kirin . lê na u sed carî na vê carê ezê vê pênûsa xwe ye çav res di gurçika xwînmijan de bi çikînim , ta go hestên menî sikestî di resika çavê MESûQ de ronî û ges bibin û wê her di his u dilê gelê xwe de sax bimînê cîgehê rêz û rûmetê bê Sêxê menî buhustî, zanayrekî ola islama nujen bû , armanca wî ew bû ku olê ji siyasetê cuda bikê hezkirin,lêborîn û rêzgirtina hemî olan di nava mirovan de belav bike ji ber wilo jî , bû endamê komîta guftûgoyê din navbera ola islamî û ya mesîhî de ,ji bilî ku wî ji bo rakirina zor sitemê ji ser hemî gelan ,di nav wan de jî gelê kurd . Li ser vê xalê , ewî di mizgeftan de bang kurdan dikir û digot , gelî kurdan heger cihê we di vê olê de tinebê EZ Jî Vê OLê NAPEJIRîNIM ……. Sêxê me , hismend û zanyar bû ,rewsenbîrekî bilind bû , misilmanekî welatparêz û bîrewer bû , mirovatî li cem wî tistê herî biha û binirx bû , bawerya wî bi wekhevî û demqrasiyê pir dihat û wî tim digot demuqrasî sêweyk ji sêweyên têkiliyan di navbera mirovan de ye , de here sêxêmin cihê te buhusta rengîn be, bera hemî gul kulîlkên kurdistanê liser çûna te rondikên xwe vemalin ,gulek bi tenê ji rengê xwîna te ji pakrewan û sehîdan re ,bibe bawername , di rojên cejn û sahyan de bibe xelat gerdena keç û xortan bi xemilîne ,,,,,De raze sêxê mino, bê kul bê derd ,û xem razê , ji ber ku gelê me siyar bûye , doza xwe nas kirye , bêgoman ku ewê mafên xwe yên dadmend bi destxîne, û armancên ku te xwîna xwe d i berde rijand pêk bîne razê sêxê mino ,raze tu saxî , di dil û hisê me de dijî ,,,,,

bave helebce

About Author